Li Wanê ji ber lehîyê 400 mih telef bûn

Hat ragihandin ji ber barana ku zêde barîya li Elbaka Wanê lehî rabû.

Ekleme: 17.07.2021 09:20:25 / Güncelleme: 17.07.2021 09:20:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama lehîya ku rabû de li navçeyê 400 mih telef bûn û gelek mal zirar dîtin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mihên ku telef bûn di dema ku şivên pêz diçêrand de pêk hat.

Tê diyarkirin di dema lehîyê de 2 kes mahsûr mabûn ku her kes di encama xebata ku hat kirin de hatin rizgarkirin.(ÎLKHA)