Hejmara kesên ku li Iraqê ji ber şewata ku di nexweşxanê de derket canê xwe ji dest dan derket 92yan

Hat ragihandin li Iraqê di nexweşxaneya ku lê nexweşên coronayê diman de şewat derket, di encama şewata ku derket de zêdetirî 90 kes canê xwe ji dest dabûn ku ev hejmar her ku diçe zêde dibe.

Ekleme: 14.07.2021 11:05:45 / Güncelleme: 14.07.2021 11:05:45 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewat li Nexweşxaneya Îmam Huseyn a li parêzgeha Zîkarê de derket. Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; ji ber şewatê heta niha 92 kes canê xwe ji dest dan.

Tê fikarkirin ku hejmara mirîyan zêdetir bibe.(ÎLKHA)