Li Iraqê di nexweşxaneya ku lê nexweşên coronayê diman de şewat derket: Zêdetirî 70 kesan mirin

Hat ragihandin li Iraqê di nexweşxaneya ku lê nexweşên coronayê diman de şewat derket, di encama şewata ku derket de zêdetirî 70 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 13.07.2021 09:35:39 / Güncelleme: 13.07.2021 09:35:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewat li Nexweşxaneya Îmam Huseyn a li parêzgeha Zîkarê de derket. Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; ji ber şewatê heta niha zêdetirî 70 kes canê xwe ji dest dan.

Tê fikarkirin ku hejmara mirîyan zêdetir bibe.(ÎLKHA)