Parlementoya Kurdistanê: Sedema sereke ya hatine leşkerên Tirkîyê PKK ye

Derbarê geşedanên li Herêma Kurdistanê de ji teref Parlementoyên Irak û Kurdistanê ve raportek hevpar hat amadekirin.

Ekleme: 11.07.2021 15:55:33 / Güncelleme: 11.07.2021 15:55:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di raporta hevpar a ku hat amadekirin de qala sedema hatine leşkerên Tirkîyê ya li Herêma Kurdistanê de agahîyên balkêş hatin parvekirin.

Komîsyona hevpar a ku ji teref Serokatîya Parlementoya Kurdistanê û Iraqê ve hat sazkirin di 8-9ê Hezîranê de wan herêmên sînor a Dihokê ziyaret kir û wan zirarên maddî û kuştinên ku ew pevçûna di navbera PKK û leşkerên Tirkîyê de pêk tên jê re dibin sedem lêkolîn kir.

Di raporta ku hat amadekirin de hat destnîşankirin, sedema sereke ya hatine leşkerên Tirkîyê PKK ye û ji ber pevçûnên ku pêk tên û ji ber operasyonên ku tên lidarxistin gelê herêmê zirareke mezin dibîne.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşan kir, ew êrîşên ku tê de sîwîl û Pêşmerge mirin ji teref PKKê ve hatin lidarxistin.

Di raportê de bang li PKKê hat kirin da nebe sedem ku leşkerên Tirkîyê bên herêmê.(ÎLKHA)