Li Afyonkarahîsarê 2 birayên ku ketin golê xeniqîn

Du birayên ku li Afyonkarahîsarê şivantî dikirin ji bo hênik bibin ketin Gola Kizildag.

Ekleme: 11.07.2021 12:10:16 / Güncelleme: 11.07.2021 12:10:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin 2 birayên bi navê Hamza Ornek û Muhammed Can Ornek ên ku şivantî dikirin ji bo hênik bibin ketina Gola Kizildag. Hat hînbûn her du birayên ku ketin golê xeniqîn.

Cesedea her du birayan di encama xebatên ku ji teref AFADê ve hatin kirin de ji golê hatin derxistin.

Ceseda her du birayan hatin rakirin mirîxaneyê.(ÎLKHA)