Di pevçûna ku li Venezuelayê derket de 4 polês mirin

Di operasyona ku li Karakasa paytexta Venezuelayê li dijî çeteyên çekdar hat lidarxistin de 4 polês mirin.

Ekleme: 11.07.2021 11:05:28 / Güncelleme: 11.07.2021 11:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Hundir ê Venezuelayê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Carmen Melendezê Wezîrê Karên Hundir ê Venezuelayê destnîşan kir, di operasyona ku li Karakasa paytexta Venezuelayê li dijî çeteyên çekdar hat lidarxistin de 4 polês mirin û 22 endamên çeteyê hatin bêtesîrkirin.(ÎLKHA)