Weqfa Yetîman li Aksatrayê ji zarokên yetîm re alîkarî kir

Weqfa Yetîman a ku ji roja ku hatiye damezrandin vir ve ji malbatên yetîm re alîkarîyê dike vêcarê jî li Sakaryayê ji bo yetîman alîkarî da destpêkirin.

Ekleme: 09.07.2021 15:15:34 / Güncelleme: 09.07.2021 15:15:34 / Xeberen Kurdi / Aksaray Haberleri
Destek için 

Di bergeha alîkarîya ku hat destpêkirin de ji bi dehan zarokên yetîm re alîkarîya cil û bergan hat kirin.Zarokên ku ji wan re alîkarî hat kirin kêfxweş bûn.

Yusuf Demîrelê Temsîlkarê Bajara Aksarayê yê Weqfa Yetîman derbarê mijarê de destnîşan kir, ew wek her sal îsal ji ber minasebeta Îda Qurbanê xebat dane destpêkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me îro ji wan malbatên yetîm ên ku berî niha hatibûn tespîtkirin re alîkarîya cil û bergan kir û me ew kêfxweş kirin. Xweda ji wan kesên ku ji vê xêrê re bûn wesîle razî be.”

Demîrel di berdewama daxuyanîya xwe de bang li kesên xêrxwaz kir da ku di Îda Qurbanê de qurbanên xwe bi kesên yetîm û sêwî re parve bikin.(ÎLKHA)