Serokê Herêma Kurdistanê li gel Balyozê Rûsyayê civiya

Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Elbrus Kutrashef Balyozê nû yê Rûsya li Iraqê û şandeke li gel da kir.

Ekleme: 05.07.2021 13:20:30 / Güncelleme: 05.07.2021 13:20:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di civînê de Barzanî pîrozbahiya li destbikarbûnê lê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest. Her du alî tekez li ser xwesta du aliyane ya pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina warên alîkarî û hevbeşiya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Rûsyayê kir.

Balyozê Rûsyayê sosretiya xwe bi proseya avadankirin û binyatnan û pêşketinên Herêma Kurdistanê derbirî û balkişand li ser wê yekê ku Wezareta Derveyê welat girîngiyê bi pirsa Kurd dide, her wiha behsa Kurdên Rûsyayê kir ku li gelek warên girînên welat da çalakin û xwedî rol û pêgehên xwe yên diyarin.

Ji bilî li hilbijartinên pêşwext û rewşa Iraqê bi giştî, korona û helmetên derzî lêdana pêjika dijî Kovid – 19, rewşa Sûriye û pêşhatên dawî yên welat, mijareke dinê civînê bû. Li civînê da her du alî hevra bûn ku rewşa Sûriye û kêşeyên welat divê li rêyên siyasî ve bêne çareser kirin.(ÎLKHA)