Li Miamiyê ji ber hilweşîna avahîyekê hejmara mirîyan derket 22 kesan

Berî vê çend rojan li bajara Miamiya girêdayê parêzgeha Florîdaya Amerîkayê avahîyeke 13 qetî hilweşîya.

Ekleme: 03.07.2021 13:15:38 / Güncelleme: 03.07.2021 13:15:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama hilweşîna ku pêk hat de 16 kes canê xwe ji dest dabûn ku li gorî agahîyên dawî hejmara kesên ku ji ber hilweşîna avahîyê mirin derket 22 kesan.

Tê diyarkirin hêj 126 kes di bin avahîyê de mane û xebat tên kirin da ku ew bên derxistin.(ÎLKHA)