Qerarên îdamê yên li Misirê li Diyarbekirê hat tel’înkirin

Tesdîqkirina qerara îdamê ya ku li Misirê ji teref mehkemeya darbekeran ve derheqê 12 alimî de hat dayîn li Diyarbekirê hat tel’înkirin.

Ekleme: 02.07.2021 14:45:36 / Güncelleme: 02.07.2021 14:45:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî ya ku piştî nimêja înê ji li ber Mizgefta Mezin hat dayîn de bang li rayedarên Tirkîyê û welatên Îslamê hat kirin da ku zext li darbekeran bê kirin û pêşîya van îdaman bê girtin.

Di dema daxuyanîyê de pankartên ku li ser wan “Ji Îdaman re Bibe Mani’, Îdamkirina Wan Birayên Xwe yên Misliman Bidin Rawestandin” hatin vekirin.

Deqa daxuyanîya çapemenîyê ji teref Yahya Ograşê Berdevkê Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat xwendin.

“Divê temamê Mislimanan hewl bidin da ku pêşîya van îdaman bê girtin”

Ograş di destpêka daxuyanîya xwe de ayeta 42emîn a sûreya Îbrahîm “Zen neke ku haya Xwedê ji wan zilmên ku tên kirin tune ye!Xweda cezaya wan taloqî rojekê wisa dike ku ew ê di wê rojê de çavên wan ji tirsan beloq dibin.” di bîran xist û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Divê temamê Mislimanan hewl bidin da ku pêşîya van îdaman bê girtin. Tirkîye divê van Mislimanan ji pêwendîyên dîplomatîk re neke qurban û bêdengîya xwe ya di vî warî de xera bike.Ji ber ku dewletên emperyal ên Xerbê destekê didin Sîsîyê darbeker, em ji wan tiştekî hêvî nakin. Îdarevan û birêveberîyên wan welatên Îslamê jî di vî warî de bêdeng in û tiştek ne xema wan e. Îzaheta vê yekê tune ye.Divê zextên li ser Misirê bên zêdekirin da ku pêşîya van îdaman bê girtin.Her wisa Tirkîye jî divê wê pêvajoya ‘asayîbûnê’ ya bi Misirê re cardin ji ber çavan derbas bike.”(ÎLKHA)