Xwendekarê Rojavayî di îmtîhana LGSê de bû yekemîn

Dilyar Safoyê ku ji Kurdistana Rojava ye di îmtîhana LGSê ya ku hat kirin de bû yekemîn.

Ekleme: 02.07.2021 10:45:39 / Güncelleme: 02.07.2021 10:45:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Safo û malbata xwe berî vê deh salan ji ber şer û pevçûnan  ji Rojava  derketin û hatin li bajara Sêrtê ya Kurdistana Bakur bi cî bûn.

Safoyê ku di îmtîhanê de bû yekemîn derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anî zimên:

Em di 2015an de hatin Sêrtê. Dema ku ez hatim vê derê ez qet bi Tirkî nizanibûm. Ez li vê derê hînî Tirkî bûm. Bi destek û piştgirîya malbat û mamosteyên min, ez di îmtîhanê de bûm yekemîn.Mala tevekan ava. Ez di pêvajoya amadehîyê de pir zêde xebitîm û pir zêde ceribandinan çareser kir. Hedefa min, ew ê ku ez bibim muhendisê wesayîtan.”(ÎLKHA)