Jiyana zor û zehmet a karkerên zireatê

Her sal di demsala kar û xebatê de teqrîben 300 hezar kesên Rihayî ji bo karibin debara xwe baştir bikin dev ji mal û welatê xwe berdidin û berê xwe didin xerîbîyê.

Ekleme: 02.07.2021 09:21:01 / Güncelleme: 02.07.2021 09:21:01 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Karkerên ku terka welat û memleketê xwe dikin li wan wargehên li xerîbîyê di nav şert û mercên giran de hewl didin jiyana xwe bidomînin. Ji van karkeran hinek kes dev ji dê û bavê xwe, hinek kes dev ji zarokên xwe berda û hinek ji wan jî digel zêc û zarokên xwe bi xwe re anî û da li ser rêyên xeribîyê.

Karkerên ku bi hêvîya jiyan û debareke baş dane rê li herêmên ku lê dixebitin mecbûr dimînin ku di konan de di bin şert û mercên giran de dijîn. Ev zor û zehmetî li alîyekê her sal bi dehan karker him di rêya çûyînê û him jî di ya hatinê de qeza dikin û rehmet dikin.

 Serokê Bajara Rihayê yê HUDA PARê Emîn Ozaslan digel lijneya pê re çû serdana 18 malbatên ku mecbûr mane li welatên xeribîyê bixebitin. Ozaslan di dema ziyaretan de derd û kûlên welatîyan guhdar kir.

Karkarên ku dane li ser rêyên xeribîyê û her roj li rasta zor û zehmetîyê tên bi van hevokan derd û kûlên xwe, êş û jana xwe ya li xeribîyê anîn zimên:

Pakîze Gerçek: Halê ku em tê de ne ti halê. Lewra em firaxên xwarinê bi xwe jî ji ber tunebûna derfetan bi herîyê dişon.

Muhbet Erdem: Em ji kêfan nayên vê derê, ji ber ku em mecbûr in em li vê derê ne. Ger hewa baş be û ne şilî be em diçin dixebitin.

Mehmet Devecî: Erdên me hene, lê ava me tune ye. Ji ber vê yekê em nikarin erdên xwe bajon û em mecbûr dimînin ku derên xerîbîyê.

Mehmet Emîn Çagatay: Ger li Harranê kar hebana em mecbûr nediman ku werin vê derê.

Zekî Erdem: Digel ku erdê mn hebe jî ji bo ez karibim debar û îdareya malbata xwe bikim ez ji memleket hatim Bursayê.Ez mecbûr im ku vê yekê bikim.

Çend kesayetên din ên mîna van ên ku ji naçarî berê xwe dane xeribîyê û li wê derê di nav şert û mercên giran de hewl didin digel malbata xwe bixebitin da ku karibin debara xwe bikin destnîşan dikin ku halê ku ew tê de ne ne ti hal e.(ÎLKHA)