Li Miamiyê avahîyek hilweşîya: 16 mirî

Hat ragihandin li bajara Miamiya girêdayê parêzgeha Florîdaya Amerîkayê avahîyeke 13 qetî hilweşîya.

Ekleme: 01.07.2021 09:05:27 / Güncelleme: 01.07.2021 09:05:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama hilweşîna ku pêk hat de 16 kes canê xwe ji dest dan.

Serokê Şaredarîya Navçeya Dade Daniella Levine Cava derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Daniella Levine Cava di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di encama hilweşîna ku pêk hat de het aniha 16 kes mirin û tê texmînkirin 147 kes hêj di bin enqazê de ne.(ÎLKHA)