Qeymeqamê Kanî Masê: Ji ber şerê di navbera Tirkîye û PKKê de ceyrana gundê Hîror qut bû

​Hat ragihandin ji ber şerê di navbera Tirkîye û PKKê de ceyrana gundê Hîror qut bû û ji ber vê yekê ceyrana 80 malan çû.

Ekleme: 29.06.2021 12:30:33 / Güncelleme: 29.06.2021 12:30:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de Serbest Sebrîyê Qeymeqamê Kanî Masê daxuyanîyek belav kir. Sebrî di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ji ber şerê di navbera Tirkîye û PKKê de ceyrana gundê Hîrora ku girêdayê Kanî Masêya Amêdîyê ye qut bû.

Ji ber pevçûnan ekîbên tamîrê nikarin biçin herêmê.(ÎLKHA)