Îsmaîl Henîyye bi Serokkomarê Libnanê Avn re hevdîtin kir

Serokê Buroya Siyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye bi Serokkomarê Libnanê Mîşel Avn re hevdîtin kir.

Ekleme: 29.06.2021 09:30:39 / Güncelleme: 29.06.2021 09:30:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hevdîtina ku li Beyrûdê di Qesra Serokomartîyê de hat kirin de doza Filistînê, berxwedana ku di şerê Şûra Qudsê de hat nîşandan  hat nirxandin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di hevdîtina ku hat kirin de Serokkomarê Libnanê Mîşel Avn desteka xwe ji bo berxwedan û doza Filistînê anî zimên û ji ber zafera ku hat bidestxistin pîrozbahîyên xwe ji bo HAMASê anî zimên.

Piştî hevdîtinê Henîyye û lijneya pê re Serokê Meclîsê Nebîh Berrî û Serokwezîr Hesen Diyab re hevdîtin kirin.(ÎLKHA)