Teqîn li herêma Moghbazara Dakkayê di avahîyeke sê qetî de pêk hat.
Komîserê Polêsan ê Dakkayê Shafiqul Islam derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Shafiqul Islam di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, ji ber teqîna ku pêk hat heta niha 7 kes canê xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin teqîn ji ber tupên xazê pêk hatiye.(ÎLKHA)