Şewata daristanê ya li Çewligê her ku diçe belav dibe

Şewata ku şeva înê li Dara Hênêya Çewligê dest pê kir digel temamê midaxeleyan nikare bê tefandin.

Ekleme: 27.06.2021 11:20:36 / Güncelleme: 27.06.2021 11:20:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewat şeva înê li gundên Dedebag û Guzeldereyê dest pê kir û di demeke kurt de bi tesîra bayê belavî herêmeke mezin bû.

Ji ber îxbara ku hat kirin ekîbên îtfaîyê û daristanê dest bi midaxeleyê kirin û hewl dan û şewatê bitefînin. Lê ji ber ku herêma ku lê şewat dest pê kiriye çiyayên asê ne di warê midaxele û tefandinê de zehmetî tê kişandin û şewat her ku diçe zêdetir belav dibe.

Sedema derketina şewatê hêj nayê zanîn.(ÎLKHA)