Rûsya alîkariya mirovî ya ji penaberên Sûrî re asteng dike

Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da ku divê deriyê sînor a Cilvegözü, ku arîkariya mirovahî tê birin Sûriyê, divê salek din vekirî bimîne, nexwe dê krîzek mezin a însanî rû bide.

Ekleme: 27.06.2021 10:35:15 / Güncelleme: 27.06.2021 10:35:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) dixwaze nûkirina mekanîzmaya ku ji 2014an vir ve alîkariya mirovî ya navneteweyî dide Sûriyeyê û wezîfeya wê di 10ê Tîrmehê de bidawî bibe.

Alîkariya navneteweyî tenê ji Babülhava ya dijberî Cilvegözü bi teqrîben 4 mîlyon mirov dikare bê dayîn.

Di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di nîvê hefteyê de, li ser dirêjkirina operasyonên alîkariya navneteweyî ya ji Tirkiyeyê ber bi Sûriyeyê ve di Deriyê Sînor ê Cilvegözü re, ku sê saet û nîv dom kir, salek din jî lihevkirinek pêk nehat. Endamê Daîmî Rûsya biryara Civata Ewlekarî ya ku dê di 10ê Tîrmehê bidawî bibe veto kir.

Tomson Phiri, berdevkê Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) got:" Heke tek dergehê sînor yê ku arîkariya mirovahî tîne Sûriyê were girtin, dê  jiyana bi mîlyonan mirovam bikeve xeterê."

Berdevkê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Christian Lindmeier hişyarî da ku heke biryara Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî saleke din neyê dirêjkirin, Sûrî dê bi pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê re rû bi rû bimîne.

Nêzîkî 12,4 mîlyon Sûrî îro nexwedan xwarina biewle ne. (ÎLKHA)