Îşxalkerên siyonist cardin li Taxa Şêx Cerrah êrîş birin li ser Filistînîyan: 20 birîndar

Hat ragihandin di encama êrîşa îşxalkerên siyonist a li Taxa Şêx Cerrah de 20 Filistînî birîndar bûn.

22.06.2021 15:55:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şênîyên îşxalker digel polêsan êrîş birin li ser Filistînîyan û malên Filistînîyan dan ber keviran. Tê diyarkirin di êrîşê de mala ku aîdî malbata El-Qasim bû hat şewitandin ku di dema bûyerê ehlê malê di mal de bûn.

Ji ber êrîşa ku hat kirin Filistînîyên li taxê daketin kolanan da ku xwe biparêzin û xwepêşan li dar xistin. Şênîyên îşxalker digel polêsan êrîş birin li ser Filistînîyan ku di encama êrîşên ku hatin kirin de 20 Filistînî birîndar bûn.(ÎLKHA)