Li Rihayê ji ber lihevnekirina avdana erdan pevçûn: 3 mirî 7 birîndar

Hat ragihandin li navçeya Pirsûsa Rihayê di navbera du malbatan de ji ber lihevnekirina avdana erdan pevçûn derket.

Ekleme: 20.06.2021 14:05:23 / Güncelleme: 20.06.2021 14:05:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer doh li gundê Akorena navçeya Pirsûsa Rihayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di navbera du malbatan de ji ber lihevnekirina avdana erdan pevçûn derket. Di encama pevçûna ku derket de 3 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)