Li Êlihê 200 donim erdên çandî şewitîn

Hat ragihandin di dema dirûtina genim de ji ber çirewîska ku ji ber devê bîçerê derket di nav erdê çandî de şewat derket.

Ekleme: 20.06.2021 10:20:28 / Güncelleme: 20.06.2021 10:20:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li gundê Hethetkêya girêdayê Qubîneya Êlihê pêk hat. Di encama şewata ku derket de nêzî 200 donim erdê çandî bi temametî şewitî.

Di encama midaxeleya ku bi traktoran hat kirin de agir hat xistin bin kontrolê.(ÎLKHA)