Serokê Meclîsa Fas: Qudsa îşxalkirî paytexta Filistînê ye

Serokê Meclîsê Fas û Serokê Buroya Sîyasî yê HAMAS li Raatê hevdîtin kirin.

Ekleme: 18.06.2021 16:10:09 / Güncelleme: 18.06.2021 16:10:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Buroya Sîyasî yê HAMAS  ji bo ziyaretinan çû Raata Fasê.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di çarçoveya ziyareta ku tê kirin de Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Buroya Sîyasî yê HAMAS  û Serokê Meclîsê Fas El-Habib el-Maliki hevdîtin kirin.

Di hevdîtina ku hat kirin de El-Habib el-Maliki destnîşan kir, Fas dê wek her car mafên meşrû yên Filistînîyan biparêze û dê dev ji vê parastinê jî bernede.

El-Maliki  di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ew  Qudsa ku di bin îşxala siyonistan de ye paytexta Filistînê ye.(ÎLKHA)