Barzanî ji ber salvegera derbasbûna Mela Mistefa Barzanî ya ji rûbara Aras peyamek belav kir

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber minasebeta salvegera 74emîn a derbasbûna Mele Mistefa Barzanî ya ji rûbara Arasê peyamek belav kir.

Ekleme: 18.06.2021 14:45:42 / Güncelleme: 18.06.2021 14:45:42 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barzanî di peyama xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “Derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên wî ji rûbara Aras redkirina dagîrkerî û bindestiyê bû û hêviya mayîn û xebatê li dilê gelê Kurd de bi zîndî hişt.”

Temamê deqa peyama Barzanî wisa ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Îro hefteh û çar sal li ser destana dîrokiya derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên wî yên li rûbara Aras da derbas dibe. Li 18ê hezîrana 1947an de piştî pêncih sê roj şer û derbasbûna ji tixûbên Îran, Iraq û Tirkiyê û rûbirûbûna artêş û çekdarên sê dewletan û vala derxistina gefên dijminan li rêyeke dûr û dirêj û dijwar da Barzaniyê Nemir û hevalên wî karîn ji rûbara Aras derbas bibin û biçin axa Yekîtiya Sovyetê. Ew destane rehendên neteweyî û dîrokî û siyasî û serbaziya mezin hebû û bandoreke yek alîker li ser mayina doza rewaya Kurd ya li wê demê û li qonaxên paşerojê de bi cîh hişt.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê hemû hewlên dujminan ewe bû ku dawiyê bi xebat û têkoşîna gelê sitemlêkiriyê Kurd bînin û îradeya mirovê Kurd bişkînin. Lê belê ew destana dîrokî da îradeya gelê me li ser plana dijminan serket û ewe hate selmandin ku îradeya berxwedan û xwe bi dest ve nedan li nav gedeyên gelê Kurd da her dimîne û ew îradeye li hemû hêz û artêş û planek bihêztire. Destana dîrokiya derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên wî ji rûbara Aras redkirina dagîrkerî û bindestiyê bû û hêviya mayîn û xebatê li dilê gelê Kurd de bi zîndî hişt.”(ÎLKHA)