NY:Hejmara penaberan di sala 2020î de ji sedî 4 zêde bû

Komîsertîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî derbarê rêjeya penaberan de raportek weşand.

Ekleme: 18.06.2021 12:50:27 / Güncelleme: 18.06.2021 12:50:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di raporta ku li Cenewreyê hat belavkirin de hat destnîşan kir, di sala 2019an de li tevahîya cîhanê hejmara penaberan 79,5 milyon bû, lê belê ji ber şer û tundîyê ev hejmara di sala di 2020î de ji sedî 4 zêde bû û derket 82,4 milyon kesan.

Di raporta ku hat weşandin de bal hat kişandin li ser zarokan û hat destnîşankirin,  ji sedî 42yê kesên ku bûne penaber zarok in.(ÎLKHA)