Serokê Giştî yê HUDA PARê êrîşa ku li avahîya HDPê hat kirin şermezar kir

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê bi daxuyanîya ku belav kir wê êrîşa ku li Îzmîrê li avahîya HDPê hat kirin û tê de kesek hat kuştin, şermezar kir.

Ekleme: 18.06.2021 09:45:41 / Güncelleme: 18.06.2021 09:45:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapicioglu di daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de wisa got: “Ez wê cinayet û êrîşa ku li avahîya Bajêr a Îzmîrê ya HDPê hat kirin şermezar dikim. Ez ji malbata dilşewat re sersaxî dixwazim. Divê mesele bi şikleke hûrgilî bê lêkolîn û zelalkirin.”(ÎLKHA)