Li Stenbolê di bihaya 23 milyon TL de dermanê penceşêr hat bidestxistin

Hat ragihandin li navçeya Kadikoya Stenbolê li dijî wan kesên ku hewl didan dermanê penceşêrê bişînin derveyî welêt operasyon hat lidarxistin.

Ekleme: 17.06.2021 18:15:41 / Güncelleme: 17.06.2021 18:15:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama operasyona ku li navçeya Kadikoya Stenbolê hat lidarxistin de 598 heb dermanên penceşêrê yên 300 mîlîgramî  hatin bidestxistin.

Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Ewlehîyê ya Stenbolê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama operasyona ku li navçeya Kadikoya Stenbolê hat lidarxistin de 598 heb dermanên penceşêrê yên 300 mîlîgramî  hatin bidestxistin.

Hat hînbûn kesekî şikdar ê ku têkilîya wî bi bûyerê re hebû piştî ku hat binçavkirin re bi şerta kontrola edlî hat berdan.(ÎLKHA)