Li Îzmîrê êrîş li avahîya HDPê hat kirin: Kesek mir

Ji teref kesekî çekdar ve li Îzmîrê êrîş li avahîya HDPê hat kirin.

Ekleme: 17.06.2021 15:45:33 / Güncelleme: 17.06.2021 15:45:33 / Xeberen Kurdi / İzmir Haberleri
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Îzmîrê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, îro derdora seat 10.00an de kesê bi navê O.G. yê ku wezîfedarê tenduristîyê bû û îstîfa kiriye êrîş bir li ser avahîya HDPê ku di êrîşê de kesa bi navê D.P. mir.

Kesê êrîşkar hat binçavkirin û derbarê êrîşê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)