Leşkerên rejimê îşxalker pîrekeke Filistînî qetil kirin

Leşkerên rejîma siyonîst a dagirker li Qudsê jinekê gulebaran kirin û kuştin.

Ekleme: 16.06.2021 14:25:33 / Güncelleme: 16.06.2021 14:25:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Jineke ku li nêzê xala kontrolê ya Hızma ya li bakurê Qudsa dagirkirî ji hêla leşkerên dagirker ve hat gulebaran kirin  û şehîd bû.

Çapemeniya dagirkeriyê diyar kir ku jin xwest ji wesayîta xwe dakeve û Çalakîya bi kêr li dar bixe ku ew ji ber vê yekê hat gulebarankirin.

Medyaya Fîlîstînî got ku şehîd Mai Afana 29 salî ye û ji bajarê Abu Dis e li Qudsa dagirbûyî ye. (ÎLKHA)