Serokê Giştî yê HUDA PARê:“Ger em dixwazin ku bibin xwedî izzet divê em li Qudsê xwedî derkevin”

Zekerîya Yapicogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê beşdarî bernameya ku di ON4 TVyê de hat weşandin bû û rojevê nirxand.

Ekleme: 16.06.2021 11:31:17 / Güncelleme: 16.06.2021 11:31:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicoglu di bernameya ku beşdarî bû de derheqê ehemîyet û girîngîya Qudsê de nirxandinan kir.

“Ger em dixwazin ku bibin xwedî izzet divê em li Qudsê xwedî derkevin”

Yapicioglu di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir, her kî ji bo Quds û Mescîda Eqsayê alîkarî bike em ê destekê bidinê û di pey wî de biçin. Yapicoglu dû re wiha li nirxandina xwe zêde kir: “Dema ku welatên Îslamê rojhilata Qudsê  wek Qudsê qebûl kirin, winda kirin. Ger hûn parçeyeke Qudsê ber bi siyonistan ve berdin ew ê bi vê yekê razî nebin û zêdetir bixwazin, hetta ew ê temamê Qudsê bixwazin. Em dikarin bibêjin ku ew ê qîma xwe bi axên Filistînê jî neyênin û ew ê doza wan axên ji Nîlê heta Firatê bikin. Ew îşxalkirina van axan ji xwe re heq dibînin. Heta ku hûn berxwedanê ji xwe re wek rêya rizgarîyê nebînin, tawîzan bidin vê yekê wek xelasîyê bibînin ew ê siyonist îşxala xwe bidomînin. Piştî ku Quds wek paytexta siyonistan hat qebûlkirin re hinek welatan konsulxaneya xwe birin wê derê.Piştî vê yekê ji teref siyonistan ve Girên Golanê hatin îlhakkirin.  Ew kesên ku dibêjin ‘Ger em wê çareserîya bi du dewletî qebûl bikin ma ew ê birayên me yên Filistînî bibin xwedî dewlet?’ vê yekê baş bizanibin ku ger Quds ji dest biçe; ew ê Beyrûd, Şam, Qahîre, Mekke, Medîne, Enqere, Tehran ji dest biçe. Ger em dixwazin ku bibin xwedî izzetê divê em li Qudsê xwedî derkevin.Bedela wê çi dibe bila bibe divê em li Qudsê xwedî derkevin. Quds û El-Eqsa bes ne ya Filistînîyan û Ereban e; ya temamê Mislimanan e.” (ÎLKHA)