HAMAS ji bo Mescîda Eqsayê banga seferberîyê kir

Hareketa Berxwedana Îslamî ji ber “Meşa Alayê” ya qaşo ya îşxalkerên siyonist bang li Filistînîyan kir û daxwaz kir di wê rojê de kolan û cadde bên dagirtin.

Ekleme: 14.06.2021 10:25:29 / Güncelleme: 14.06.2021 10:25:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Qudsê yê HAMASê Muhammed Hammade di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, divê Filistînî roja duşembê ji bo Mescîda Eqsayê nobetê bigirin û li dijî îşxalê hêrs û berxwedana xwe nîşan bidin.

Hammade di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, gelê Qudsê berxwedan li dijî îşxalê hînî gelên din kiriye û ew ê gelê Qudsê destûr nede ku nasnameya bajêr ji teref îşxalkeran ve bê guhartin.(ÎLKHA)