Li Wanê 307 kîlo eroîn hat bidestxistin

Di encama du operasyonên cuda yên ku li Wanê hatin lidarxistin de 306 kîlo û 845 gram eroîn hat bidestxistin.

Ekleme: 14.06.2021 09:15:31 / Güncelleme: 14.06.2021 09:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Ewlehîyê ya Bajara Wanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama operasyonên ku li Edremît û Îpekyoluya Wanê hatin lidarxistin de 306 kîlo û 845 gram eroîn hat bidestxistin û 2 kesên bi navê N.Ç. û R.Y. jî hatin binçavkirin.(ÎLKHA)