Weqfa Karwana Hêvîyê dest bi xebatên qurbanê kir

Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî Weqfa Karwana Hêvîyê ji bo Îda Qurbanê xebatên xwe da destpêkirin.

Ekleme: 11.06.2021 17:35:31 / Güncelleme: 11.06.2021 17:35:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Weqfa Karwana Hêvîyê Mustafa Cengîz derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Cengîz di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, amadehîyên wan ji bo bexşa qurbanê temamê amadehîyên wan bi dawî bûne û dû re wiha got: “Armanca me ew e ku em di Îda Qurbanê de xwe bigihijînin kesên feqîr, jar û êtîm. Dema ku me vê yekê kir em ê him li nava welêt û him jî li derveyî welêt nexasim jî li welatên mîna Asya, Afrîka, Filistin û Yemenê xebatên alîkarîyê bikin û goştên qurbanan ji bo wan belav bikin. Ji ber vê yekê ew dayînên bexşan a qurbanan a ku dê ji teref xêrxwazan bên kirin gelekî bi qedr û qiymet in.”(ÎLKHA)

Kesên ku bixwazin qurbanên xwe ji Weqfa Karwana Hêvîyê bexş bikin dikarin ji vê nimreyê bi wan bikevin têkilîyê:

0212 562 34 72

0534 870 81 32