Li Efxanistanê Talîban kontrola navçeyeke din jî bi dest xist

Hat ragihandin li Efxanistanê Talîban kontrola navçeya Îşkemîşa girêdayîyê parêzgeha Tahar bi dest xist.

Ekleme: 11.06.2021 13:40:12 / Güncelleme: 11.06.2021 13:40:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Muhammed Yaqubê Wekîlê Şûraya Bajêra Tahar derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Yaqub di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, ev çend roj bûn ku Talîban êrîşan dibir li ser navçeyê ku ji ber vê yekê hêzên ewlehîyê ji navçeyê derketin û kontrol ket bin kontrola Talîban.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, di êrîşan de Sayed Muqtedîrê Qeymeqamê Îşkemîşê jî di nav de 11 hêzên ewlehîyê birîndar bûn.

Talîban jî bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, kontrola navçeyê bi temametî ketiye destên wan.(ÎLKHA)