Ji ber bombeya ku siyonistan avêt zarokekî Xazzeyî şehîd bû

Hat ragihandin bombeya ku berî niha ji teref siyonistên terorîst ve hatibû avêtin teqîya.

Ekleme: 11.06.2021 11:05:26 / Güncelleme: 11.06.2021 11:05:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber teqîna ku pêk hat zarokekî Filistînî giran birîndar bû.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin bûyer li Taxa e-Zeytun pêk hat û di encama teqînê de Ubeyde ed-Dahduhê 9 salî şehîd bû.

Ubeyde ed-Dahduhê 9 salî yê ku şehîd bû piştî nimêja cinazê ya ku li Mizgefta Musab bîn Umeyr hat edakirin re hat definkirin.

Di encama êrîşên siyonîstên terorîst a ku 11 rojan berdewam kir de 261 Filistînî şehîd bûn.(ÎLKHA)