Li Peruyê qeza otobusê: 17 mirî

Hat ragihandin ku di encama ketina otobuseke rêwiyan a li çiyayên Andêsê de 17 kes mirin.

Ekleme: 11.06.2021 10:05:28 / Güncelleme: 11.06.2021 10:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li herêma La Libertad, li bakurê paytexta Perû Lima, otobuseke rêwiyan  ji zinarê gindirî. Rayedaran diyar kirin ku otobus diçû herêma Chillia.

Hat ragihandin ku ji otobusa ku ji zinarekî 200 metrî  ket xwarê 17 mirî û 7 birîndar hatine derxistin.

Ji ber leza zêde, şert û mercên nebaş ên rê, nebûna tabela û kontrola nebaş a rayedaran, li Peruyê pir caran qezayên trafîkê rû didin. Li gorî Wezareta Veguhastinê, li Peru di navbera Çile û Mijdara 2020, de 3,526 bûyerên trafîkê çêbûne. (ÎLKHA)



Etiketler: