Li Serê Kanîyê teqîn: Leşkerekî Rûs mir û 3 jî birîndar bûn

Hat ragihandin li nêzî gundê Esedîyeya girêdayê Serê Kanîyê di dema derbasbûna leşkerên Rûs da teqînek pêk hat.

Ekleme: 09.06.2021 15:05:30 / Güncelleme: 09.06.2021 15:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama teqîna ku pêk hat de leşkerekî Rûs mir û 3 jî birîndar bûn. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin piştî teqînê helîkopterên aîdî Rûsan hatin cihê bûyerê û leşkerên birîndar ji cihê teqînê birine.

Hêj nayê zanîn êrîş ji teref kî ve hatiye kirin.(ÎLKHA)