Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicoglu meseleya perwerdehîya bi zimanê zikmakî nirxand

Zekerîya Yapicogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê gotinên Muharrem Înce yên derheqê zimanê Kurdî û perwerdehîya bi zimanê Kurdî de nirxandinan kir.

Ekleme: 09.06.2021 13:15:41 / Güncelleme: 09.06.2021 13:15:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapicioglu di daxuyanîya xwe ku da de destnîşan kir, guncawbûn an jî neguncawbûna perwerdehîya bi Kurdî ya li gorî pedogojîyê divê ji teref kesên ehlê vî karî ve bê gotûbêjkirin, ne ji teref siyasetmedaran ve.

Yapicioglu di nirxandina xwe de gotinên Serokê Giştî yê Partîya Memleket Muharrem Înce “Ger Kurdî li gorî pedogojîyê guncaw be vê yekê bizanibin ku li li dewleta unîter jî guncaw e, lê ev yek li gorî pedogojîyê ne guncaw e” di bîran xist û dû re wiha got: “Dema ku ev hevok berewajî bê xwendin tiştê ku ji gotina wî tê famkirin ev e: ‘Kurdî li gorî pedogîjîyê guncaw e, lê belê biya me ji ber ku ne li gorî dewleta unîter e em ji hêla siyasetê ve dijberê perwerdeya bi zimanê zikmakî ya Kurdî ne.’ Bi gotinên vê yekê qesd dike.”

“Nêrîna wî ne musbet û hevokên wî jî puç û betal in”

Yapicioglu di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir, meseleya ku tê axavtin meseleyeke sîyasî ye û dû re wiha got: “ Înce di daxuyanîya xwe de destnîşan kiribû ‘taleba perwerdehîya bi zimanê zikmakî ne karê siyasetmedara e, bila hemû kes hedê xwe zanibe.’ Ew bi xwe bi van gotinan hedê xwe nizane.  Li gorî wî, ew wek serokê giştî yê partîyekê dikare bibêje ‘Ez dikarim derheqê vê mijarê de biaxivim, ez dikarin a rast bibêjim, lê belê bila siyasetmedar vê yekê neaxivin.Ger biaxivin dê hedê xwe nizanibim û dê ser xwe ve biçin.’ Nêrîna wî ne musbet û hevokên wî jî puç û betal in û ew bi xwe bi van gotinên xwe ser xwe ve çûye.”

“Li gorî qanûnê ji bilî Tirkî ti zimanê din nikare bibe zimanê perwerdehîyê.Ji ber vê yekê em dibêjin dema ku makeqanûn hat kirin divê ev astengî bê rakirin”

Yapicioglu di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir: “Guncawbûn an jî neguncawbûna perwerdehîya bi Kurdî ya li gorî pedogojîyê divê ji teref kesên ehlê vî karî ve bê gotûbêjkirin, ne ji teref siyasetmedaran ve.Niha li ber perwerdehîya zimanê zikmakî ji hêla siyaset û makeqanûnê ve astengî heye. Li gorî qanûnê ji bilî Tirkî ti zimanê din nikare bibe zimanê perwerdehîyê.Ji ber vê yekê em dibêjin dema ku makeqanûn hat kirin divê ev astengî bê rakirin.Her wisa tu eleqeya vê bi faktorên pedogolojîk re tune ye.Lewra niha li Kurdistana Iraqê ji dibistana destpêkê heta zanîngehê zimanê perwerdehîyê Kurdî û zaravayên wê ne.Ev yek jî nîşan dide ku mesele ne pedogojî ye.”

“Em ê mijara perwerdehîya bi zimanê zikmakî her tim di rojevê de bigirin”

Yapicoglu di dawîya daxuyanîya xwe de destnîşan kir, divê ev heqê perwerdehîya bi zimanê zikmakî muheqqeq bê dayîn û dû re wiha dawî li daxuyanîya xwe anî: “Ji bo vê yekê jî verastkirinek di makeqanûnê de bê kirin.Niha amadekirina makeqanûneke sîwîl di rojevê de heye. Dema ku ev makeqanûn hat amadekirin divê astengîyên li ber mafên bingehîn ên însanan bê rakirin û pêşîya perwerdîya bi zimanê Kurdî bê vekirin.Em bawer in ew ê rojekê ev astengî bê rakirin. Em ê mijara perwerdehîya bi zimanê zikmakî her tim di rojevê de bigirin.”(ÎLKHA)