Serokê PDKê Barzanî: “Ew kesên ku Pêşmergeyan şehîd kirin dê bên cezakirin”

Mesûd Barzanîyê Serokê PDKê bi malbatên Pêşmergeyên ku ji teref PKKê ve hatin şehîdkirin re hevdîtin kir.

Ekleme: 07.06.2021 11:05:28 / Güncelleme: 07.06.2021 11:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barzanî di hevdîtina ku bi malbatên şehîdan re kir de destnîşan kir: “Şîna wan şehîdan pêşî ya min e dûre yên  we ne. Ew kesên ku Pêşmergeyan şehîd kirin dê bên cezakirin.”

Di encama êrîşa ku li Amêdîya Dihokê ji teref PKKyîyan ve hat lidarxistin de 5 Pêşmerge hatin qetilkirin û 7 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.(ÎLKHA)