Dîzeyî: PKK hewl dide Kurdistanê jî bike nava wê şerê ku ew bi Tirkîye re dike

Mesûlê Ofîsa Pêwendîyên Derve yê Herêma Kurdistanê Seyfî Dîzeyî derheqê êrîşa ku ji teref PKKê ve hat lidarxistin û tê de 5 Pêşmerge canê xwe ji dest dan de ji K24 re daxuyanîyek da.

Ekleme: 06.06.2021 10:25:41 / Güncelleme: 06.06.2021 10:25:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

“PKK dixwaze Kurdistanê  ber bi şereke ku Kurdistan qet neterefdarê wê ye ve bikşîne”

Dîzeyî di daxuyanîya xwe de êrîşa ku hat kirin bi tundî şermezar kir û dû re wiha got: “Ev êrîşa wan ne ya ewil e û biya min ew ê berdewam jî bike.Lewra niyeta PKK aşkere ye. Ew dixwaze Kurdistanê  ber bi şereke ku Kurdistan qet neterefdarê wê ye ve bikşîne û Kurdistanê jî bike nava wê şerê ku ew li bi Tirkîye re dike.Ji vê vê yekê li ser xeta sînor valakirina bi sedan gundan û zêdebûna operasyonan  mînak in. Birîna daristanan  û temamê geşedanên din bi şikleke menfî tesîr li ser Kurdistanê dihêle.”

Dîzeyî di dawîya daxuyanîya xwe de balan kişand li ser rewşa Şingalê û destnîşan kir, PKK her tim li wê derê probleman derdixe û nahêle ku bi sed hezaran êzîdî vegerên warên xwe.(ÎLKHA)