Di êrîşa ku li Burkîna Fasoyê hat kirin 100 sîwîl canê xwe ji dest dan

Terorîstan li bakurê Burkîna Fasoyê êrîş birin li ser gundekî.

Ekleme: 05.06.2021 16:45:41 / Güncelleme: 05.06.2021 16:45:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama êrîşa çekdarî ya ku ji teref terorîstan ve hat lidarxistin de herî kêm 100 kesên sîwîl canê xwe ji dest dan.

Serokê  Dewleta Burkîna Faso Roch Marc Christian Kabore derheqê êrîşa ku hat kirin de daxuyanîyek belav kir.

Roch Marc Christian Kabore di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, êrîş li Solhanê hat kirin û di êrîşê de herî kêm 100 kesên sîwîl hatin kuştin ku ew ji ber vê yekê ji bo 3 rojan şîna neteweyî îlan kirine.(ÎLKHA)