Di êrîşa ku artêşa Efxan li hember Talîban kir de sîwîl canê xwe ji dest dan

Endamên Talîbanê li parêzgeha Helmand baregaheke leşkerî bi dest xistin.

Ekleme: 05.06.2021 13:10:08 / Güncelleme: 05.06.2021 13:10:08 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber vê yekê artêşa Efxan li hember Talîban êrîşa asîmanî kir. Di encama êrîşa ku li wargehên sîwîlan hatin kirin de bi dehan kesên ku sîwîl jî di nav de bû canê xwe ji dest dan.

Derbarê mijarê de ji teref artêşa Efxan ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin, di encama êrîşa asîmanî ya ku hat lidarxistin de 20 endamên Talîban hatin kuştin.

Talîban jî derbarê mijarê de destnîşan kir, di êrîşê de sîwîl hatin hedefgirtin û 30 kesên sîwîl mirin.(ÎLKHA)