Wezareta Pêşmerge: Divê her kes rêzê li tixûbên herêmê bigire û ewlehî Kurdistanê nekin xeterê

Ji teref Wezareta Pêşmerge ve derbarê êrîşa ku ji teref PKKê ve li Pêşmergeyan hat kirin de daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 05.06.2021 12:25:32 / Güncelleme: 05.06.2021 12:25:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de wisa got: “Vê sibehê, 5ê Hezîrana 2021ê, Tîmek Pêşmerge dema  li çiyayê Metînaya li navçeya Amêdîyê wezîfeyeke leşkerî pêk dianî da ku gel û gundên herêmê biparêze û ewlehiyê bîne herêmê, ji hêla PKKê ve kemînek hate danîn û 5 Pêşmerge kuştin û 4 kesên din jî birîndar kirin.

Me berî bûyerê hişyarî dabû dibe ku bûyereke wisa rû bide, divê her kes rêzê li tixûbên herêmê bigire û ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê nexe xeterê.”(ÎLKHA)