Di Kampa Penaberan a Şaryayê de şewat: Bi sedan kon şewitîn

Li bajara Dihoka Kurdistana Başûr ji ber şewata ku di Kampa Penaberan a Şaryayê de derket bi sedan kon şewitîn.

Ekleme: 05.06.2021 11:50:27 / Güncelleme: 05.06.2021 11:50:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewat ji ber tûpê derket. Tûpa ku agir pê ket bi tundîyeke mezin teqîya û bû sedem ku konên din jî bişewitin.

Ekîbên îtfaîyên yên ku hatin cihê bûyerê midaxeleyî şewatê kirin. Di encama şewatê de 400 kon bûn xwelî.(ÎLKHA)