Salih di daxuyanîya ku belav kir de ji bo birîna daran a li Herêma Kurdistanê de got “Birîna daran li hember tebîat û însanîyetê sûcek e.”
Salih di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir: “Digel ew îhlalên ku dibin sedema binpêkirina desthilatdarîyê û koçkirina însanan, li Hîrur û Batîfaya Herêma Kurdistanê birînda daran li hember tebîat û însanîyetê sûcek e.Ji bo pêşîya sûîstîmalan bê girtin û kesên sûcdar bên cezakirin divê hikûmeta federal û û herêmî hevkarîyê bikin.”
Di nûçe û dîmenên ku çend rojên dawî li ser tora medyaya civakî hatin belavkirin de hat destnîşankirin, leşkerên Tirkîyê yên ku li Herêma Kurdistanê li dijî PKKê operasyonê dikin zirarê didin daristanan.(ÎLKHA)