Li Xazzeyê teqîn: 2 şehîd

Di dema xebatên ku li Xazzê dihatin kirin teqemenîya ku ji teref siyonistan ve hatibû avêtin û neteqîyabû înfîlaq kir.

Ekleme: 03.06.2021 11:15:41 / Güncelleme: 03.06.2021 11:15:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama teqîna ku pêk hat de 2 kes şehîd bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Hundir ê Xazzeyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; teqîn di dema rakirina cismeke şikdar de pêk hat û 2 kes şehîd bûn.(ÎLKHA)