Ji ber topa ku Tirkîyê avêt li Kanî Masîyê welatîyekî sîwîl giran birîndar bû

Hat ragihandin ji ber berika topê ya ku ji teref Tirkîyê ve hat avêtin li Kanî Masîya Kurdsitana Başûr welatîyekî sîwîl birîndar bû.

Ekleme: 01.06.2021 15:30:34 / Güncelleme: 01.06.2021 15:30:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serbest Sebrîyê Midûrê Nahîyeya Kanî Masîyê derbarê mijarê de ji Bas Newsê re axivî.

Sebrî di daxuyanîya xwe ya ku da de  destnîşan kir,  ji ber berika topê ya ku ji teref artêşa Tirkîyeyê ve hat avêtin li nêzî gundê Hîrurê welatîyê bi navê Remezan Elî Evdulrehman ê ku heywanan diçêrand birîndar bû.

Sebrî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, welatîyê ku giran birîndar bû piştî midaxeleya ewil a ku li Kanî Masî lê hat kirin re hat rakirin Zaxoyê.(ÎLKHA)