Li Amerîkayê êrîşa çekdarî: 2 mirî 20 birîndar

Hat ragihandin li bajara Mîamîya girêdayê parêzgeha Florîdaya Amerîka êrîşa çekdarî hat lidarxistin.

Ekleme: 30.05.2021 14:35:12 / Güncelleme: 30.05.2021 14:35:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama êrîşa çekdarî de 2 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Êrîş ji teref 3 kesên ku nasnameya wan nediyar e ve hat lidarxistin.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)