Wekê kut ê zanîn Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhan li Gundê Xanikêya ku girêdayê navçeya Hezexa bajarê Şernexê beriya hilbijartinên 7ê Hezîranê ji teref HDPKKyiyan ve hatibûn qetilkirin. Bi qetla van her du mêrxasan dûbare salên 90an hatin bibîranîn.
Nişteciyên Gundê Xanikê destnîşan kirin ji ber ku ew dîndar in PKK wan ji xwe re kiriye hedef. Ew wek niştecî jan û kulên ku jê re bûne şahid tu carî ji bîr ve nakin.
Emîne Şîmşekê pîreka Şehîd Mehmet Şerîfî diyar kir ku ji xwe daxwaziya Şerîfî ya herî mezin şehîdbûn bû. Ji ber wê yekê ew wek maliyê Şerîfî xemgîn nînin. Berevajî ew gelek şad e.
Xanima Şerîf Şîmşekî, dayîka wî xaltiya Rabîa û bavê wî Mamê Mahmûd serpêhatiyên xwe yên ku di dema qetilkirina Şerîfî de bûne şahid anîn ziman.
“Şehîdên me şanaziya me ne”
Emîne Xanim di derbarê Şerîfê de wiha axivî: “Mêrê min ji min re her tim digot ku dê ew rêya wan şehîdan bimeşîne. Îro ew bû mêvanê şehîdan. Hemd ji Xweda re. Înşaellah dê em jî di rêya wî de bimeşin. Ez dê zarokên xwe baş terbiye bikim ku ew Qur’an bixwînin û bi ilmên xwe emel bikin. Ez dê rêya Xweda, Resulê Xweda û Şerîfî bimeşînim. Ya Rebbî! Tu sebrê bidî min. Gelek zehmet e. Lê înşaellah dê em sebir bikin. Şerîf hertim şîretê li bavê xwe dikir ku ew Îslamê bijî û bide xwendin. Mêrê min rojekê beriya şehadeta xwe de pakêtekî paçikên şil anî malê û got ev ji bo mêvanê min e. Dema ku mêvan hatin tu vî dayîne ber wan. Ev niha jî mêvanên wî hatin. Roja ku dê bûbûya şehîd min pêlavê wî boyax kir. Dema ku ji malê derket ji min xatir xwest û dûvre got; ‘zarok berê emanetê Xweda dûv re jî emanetê te ne.’ Înşaellah dê ez xwedî li wan derkevim. Em hertim li Cizîrê dûçarê zilma PKKê dibûn. Li Cizîrê dikana me hat şewitandin. Lê em tu wext xemgîn nebûn. Em ji şehadeta wî re jî neşewitîn. Lewra şehadet nabe nesîbê her kesê. Înşaellah dê ez zarokên xwe ji bo doza Îslamê mezin bikim. Ez dê wan ji bo ku bibin şehîd mezin bikim.”
“Lawê min bi Qur’anê mezin bû”
Rabîa Şîmşeka dayîka Şerîfî diyar kir ku lawê wê ji biçûktiyê pê ve bi Qur’anê re rabûye û rûniştiye. Her wiha Dayîk Rabîa destnîşan kir ku lawê wê him malê xwe him jî canê xwe ji bo rizayê Xweda fida kiriye. Dûvre Rabîa Şîmşek wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hemd ji Xweda re. Em çi qas ji Xweda re hemd bikin hindik e. Em di dawiya umre xwe de bûn dayîka şehîdan. Berê wekê îro qursên Qur’anê tunebû. Heta kesên ku dersên Qur’anê didan dihatin girtin. Min jî destê lawê xwe digirt û wî dibir cem kesên ku dersê Qur’anê didin. Lawê min bi Qur’anê mezin bû.”
“Em ji Mislimanan razî ne, Xweda jî ji wan razî bibe”
Bav Mahmûd Şerîf jî diyar kir ji ber ku lawê wî şehîd ew şanaz e. Dûvre Bav Şîmşek wiha pê de çû: “Xweda şehadeta wan ji holê rabûna kufrê re bike wesîlê. Xweda him lawê min him jî Abdulcelîlî pir hez dikir û wan bir cem xwe. Belkê canê me şewitiye. Lê ji ber ku ew bûne şehîd em gelek kêf xweş in. Bawer bikin dema ku hinek kes tên malê ez dibêjim qey lawê min Şerîf jî bi wan re hatiye. Em ji Mislimanan razî ne, Xweda jî ji wan razî bibe.”
PKKyiyan 5 meh berê dikana wî şewitandibûn
Şukru Şîmşekê birayê Muhemmed Şerîfî diyar kir piştî ku wî lîseyê qedandiye bi birayê xwe yê Şerîf re çûye Stenbolê. Dûvre ew hatine û li Cizîrê bicî bûne. Şîmşek destnîşan kir ku Şerîf li Cizîrê esnaftî dikir û gel ji gelek razî bûn. Ev yek jî PKKyiyan aciz kiriye. Dûvre PKKyiyan dikana Şerefî şewitandine.
“Dara ku fêkî dide didin ber keviran”
Şîmşek destnîşan kir ku kekê wî xwe fidayê Îslamê kiribû û şev û roj ji bo Îslamê dixebitiya. Dûvre Şîmşek wiha pê de çû: “6 meh berê ya beriya şehadeta kekê min ê Şerîfî dema ku êrîşî li dikana me hat kirin kekê min wek ‘Heke bawerî li Xweda anibe ev asayiye. Dara ku fêkî dide didin ber keviran. Heke bi şewitandina dikana min re kesek jî ji xefletê huşyar bibe hemd ji Xweda re.’ bersivand.
Şukru Şîmşekê birayê Mehmet Şerîfî belav kir ku Şerîf zêde li ser perwerdehiya zarokên xwe disekiniya. Şîmşek wiha axavtina xwe domand: “Dema ku kekê min diçû malê wî ji zarokên xwe dipirseya; ‘We spartekên xwe yên dibistanê çêkiriye? We Qur’an xwendiye?’ Heke wan vî yekê nekiribûya wan datinî kêleka xwe û wan dida xebatê. Wî ji bo zarokên xwe odekî taybet amade kiribû û her roj bi wan re eleqeder dibû.”
Her tim şîretê dikir
Şukru diyar kir bavê wî li heyatê bû. Lê dîsa kekê xwe yê Şerîfî wek bav dihesiband. Her wiha Şukru belav kir ku kekê wî her tim xizmên xwe dianiya cem hev û şîretê li wan dikir. Şîmşek bal kişand ku kekê wî nexweşên di gund de ziyaret dikir. Şîmşek axavtina xwe ya di derbarê kekê xwe de wiha domand: “Li Êlih, Entab, Diyarbekir û Edenê tomerîfiroşên me hebûn. Dema ku kekê min şehîd bû wan telefonê kir û diyar kirin ku ji vî yekê re pirr heyirîne.”
“Ew gav bi gav nêzikî şehadetê bû”
Şîmşek di derbarê sibeya înê ya ku kekê wî hatibû qetilkirin de axivî. Şîmşek wiha ragihand: “Roja înê bû. Şeveqê tiraş bû. Bedena xwe şuşt û desmêjê girt. Dûvre hat dikanê. Deftera hesabê vekir û deynê kî heye hemî ji min re got. Ji min re got mirin heye. Ji min re got ‘em piştî înê biçin detê bav û dayîka xwe maç bikin.’ Ew roj gelek kelecana wî hebû. Dema ku wî got em biçin gund gelek kêfxweş bû. Em çûn gund. Dûvre HDPyî hatin. Di gund de bes 3-4 rayê wan hebû. Li gundê me sandûqên gundikên derdorên me jî tên danîn. Exleb ji gundikan ji wan re ray derdikeve. Di gund de bes malek ji wan hez dike. Lewra berê wan ji gundiyan 6 kes qetilkiribûn. Digel vî yekê ew dîsa hatin gund û propexendeya PKKê kirin. HDPyiyan bi gotinên xwe yên ‘em hemî Ermenî ne. Em dê filan û bêvanê bizewicînin.’ gel tehrîk dikirin. Lê digel van gotinan em ber malê ve çûn. Dema ku dengê çekan hat em dageriyan wir. Me dît ku Abdulcelîl ketiye erdê. Dema ku dengê wek ‘erebe bînin’ hat guhê me kekê min hewl da ku biçe erebê bîne. Wesayîta wî li ber mala qetîlî bû. Dema ku qetîl kekê min jî dibîne wî jî li wir şehîd dike. Ew gav bi gav nêzikî şehadetê bû.”
Birayê Şîrîfî yê bi navê Salîh jî di derbarê kekê xwe de wiha axivî: “Min her tim xwezî li jiyana kekê xwe dianî. Ew di warê xebatên Îslamî de gelek fidakar bû. Wî mûriyekî jî aciz nedikir. Xweda şehadeta hemî şehîdan qebûl bike. Xweda me jî ji rêya wan dûr nexe.” (ÎLKHA)