Li Diyarbekirê qeza: 3 mirî 7 birîndar

Li Diyarbekirê ji ber ku ajokerê wesayîtekê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qezaya zincîrîn pêk hat.

Ekleme: 26.05.2021 10:45:43 / Güncelleme: 26.05.2021 10:45:43 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza derdora seat 22.30î de li ser Rêbeja Diyarbekir-Rihayê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ajokerê wesayîteke bi plaqeya 07 DDY 97  ji ber ku hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li refûjê qelibî û derbasî xeta hember bû.

2 wesayîtên ku ji şerîda hember dihtin li wesayîta bi plaqeya 07 DDY 97   qelibîn.

Di encama qezaya zincirîn de 3 kes kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

video