Kesên ku dê di hilbijartina Serokomartîyê ya Îrandê de bibin namzed hatin diyarkirin

Ew ê li Îranê di 18ê Hezîranê de ji bo diyarkirina Serokkomarê Îranê dê hilbijartin bên kirin.

Ekleme: 25.05.2021 15:40:35 / Güncelleme: 25.05.2021 15:40:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derheqê namzedên ku dê bikevin hilbijartinê de ji teref Lijneya Hilbijartinê ya Îranê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Li gorî daxuyanîyê dê 7 kes karibin beşdarî hilbijartinan bibin ku navên wan kesan wisa ye:

Parlementerên Meclisa Şûraya Îslamî: Alîriza Zakanî

Endamê Konseya Teşxîsê ya li Feydeya Nîzamê: Saîd Celîlî

Serokê Erka Darazê: Îbrahîm Reîsî

Sekreterê Konseya Teşxîsê ya li Feydeya Nîzamê: Muhsîn Rizayî

Serokê berê yê Sazîya Werzîşê û Alîkarê berê yê Serokomarî:Muhsin Mehralîzade

Serokê Bankata Navendî: Abdunnasir Hîmmetî

Alîkarê Serokê Meclîsa Şûraya Îslamî:Emîrhuseyîn Qadizade(ÎLKHA)